NATO: “Vekisîna ji Afxanistanê zelal nebûye”

19 sibat 2021 04:59
NATO: “Vekisîna ji Afxanistanê zelal nebûye”

PeyamaKurd – Piştî hilbijartina serokê Amerîkayê wezîrên bergiriyê yên NATO yê bi rêya video konferansê cara ewilî civiyan. Piştî civîna bi 2 rojan di civîna çapemeniyê de sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li ser pirsên vekişîna hêzên NATO yê ji Afxanistanê û li ser mîsyona Iraqê bersivan da.

Stoltenberg got ku li Afxanistanê vekişîna hêzên NATO yê zelal nebûye û biryar nehatiye dayîn dê heya meha gulanê vekişin an na. Stoltenberg weha got:

“Li ser hebûna me ya li Afxanistanê me hêj biryara xwe nedaye. Lê 1 ê gulanê nêz dibe û hevkarên NATO yê di hefteyên pêşiya me de, dê şêwrên xwe û koordinasyona xwe dewam bikin. Sozên ku grûbên redîkal yên îslamî dane bigrin, ew bo me girîng e.”

Her weha Stoltenberg ragihand ku li Iraqê hêzên wan weka jimare li dora 500 kesane û wê jimara wan derxin 4 hezarî. Armanca zêdekirina hêzên NATO yê weka berlêgirtina hêzên İŞİDê ragihand.

Wê hêzên NATO yê li Iraqê karê perwerdê ya hêzên ewlekariya Iraqê bikin, seha perwerdê firehtir bikin û plan dikin ku di derveyê Bexdayê de jî xebatê bikin. Stoltenberg di encamê de weha got:

“Em li ser daxwaza hukumeta Iraqê vê wezîfê dikin.”