NATO: Em ji Afxanistanê derên dê desteka me bo Afxanistanê dewam bike

02 hezîran 2021 02:40
NATO: Em ji Afxanistanê derên dê desteka me bo Afxanistanê dewam bike

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragihand ku piştî ji Afxanistanê vekişin, dê desteka wan bo Afxanistanê di warê perwerdekirina hêzên taybet de, di avakirina balafirgeha navdewletî de dewam bike û li ser mijara destekê dixebitin. Jens Stoltenberg piştî konferansa wezîrên karên derve yên dewletên NATO yê ku di rêya video de hat kirin, di bersiva pirsên rojnamevanan de da.

Stoltenberg got dê hebûna wan ya sîvîl wê li Kabîlê bimîne, wê şêwirmendiya wan dewam bike, kapasîteya wan zêdetir bikin û bo Afxanistanê fon bidin. Stoltenberg weha got:

“Hevkarên me di civîna îro de ragihandin ku di mijara fonê de li ser soza xwe ne. Desteka me bo hêzên Afxan dê dewam bike. Perwerda hêzên taybet û avakirina balafirgeha navdewletî dê dewam bike. Ev hemû bo NATO û xebattkarên sîvîl yên NATO yê girîngin.

Me di civîna xwe ya îro de behsa Rûsya, Çîn û Belarûsê kir û em li ser dahatûya hevkariyê ya sala 2030 an, mesrefên tên kirin û têkiliyên transatlantîk rawestiyan.”

Di Zîrweya NATO de wê serokê Amerîkayê Joe Biden rast e rast tevlî Zîrweyê bibe û wan têkiliyên di dewra Trump de qels bûn, dê ji nûh de bên vejandin.