NATO: Di hefteyekê de herî kêm 20 kesan li balafirgeha Kabûlê can da

23 tebax 2021 00:23
NATO: Di hefteyekê de herî kêm 20 kesan li balafirgeha Kabûlê can da

PeyamaKurd – Rayedarekî NATOyê ku nexwestiye navê xwe bide, ji Reutersê re ragihand ku piştî Talîbanê dest danî ser deshilata Afganistanê, di nav hefteyekê de herî kêm 20 kes li dorûbera Balafirgeha Kabûlê can dane.

Heman rayedarê NATOyê diyar kiriye ku krîza dorûbera Balafirgeha Kabûlê tiştekî nexwestî û xirab e û erka wan ew e, heta ji wan bê bilez hemû biyaniyan tehliye bikin.

Hêjayî gotinê ye, ji bilî biyaniyên ku vedigerin welatên xwe, bi deh hezaran afganî li dorûbera Balafirgeha Kabûlê kom dibin û hewl didin ji ber Talîbanê terka welatê xwe bidin.