Nasrallah: "Îsraîl dikare me mezinên Hîzbûllahê bikuje"

21 nîsan 2019 21:32
Nasrallah: "Îsraîl dikare me mezinên Hîzbûllahê bikuje"

PeyamaKurd- Serokê Hîzbûllaha Lubnanê Hasan Nasrallah bi temsîklkarê xwe yên herêmê re civînekî pêkanî. Di civînêde ragihand ku di havîna pêş de, dibe ku Îsraîl êrîşê wan bike û ew bi xwe di nava wan de, dikare temamê mezinên Hîzbûllahê bikuje.

Hat ragihandin ku Nasrallah di axaftina xwe de weha gotiye:

“Dibe ez wexteka dirêj di nava we de nemînim. Bi min re dikare kesên di sefên pêşde jî nemînin. Îhtîmal zêde ye ku Îsraîl pêşîvanan bikuje. Lê ev nayê dawiya Hîzbûllahê. Ji ber Hîzbûllah ne bi kesan heye. Hîzbûllah perçeyekî ji xelkê Lubnanê ye.”

Li gor rojnameya Kuweytê Al Raî yê serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah weha gotiye:

" Bo serpereştan bikujin gelek xebat hene. Ne tişteka ku mirov lê şaş bimîne. Di Îsraîlê de weka şerê sala 2006an îşaret hene ku mirov şaş dikin. Lê serokwezîr Netenyahû ne weka serokwezîrê berê Uhud Olmert di teredutê de ye. Eynî weka 2008 an li Xezzayê çawa bû, bo ji tehdîda Hîzbûllahê ebediyen xelas bibe, weka ku wê êrîş bikin. Bi vê sedema xelkê Lubnanê û der û dora wê bo hemû îhtîmalan divê xwe amade bike.”

Nasrallah di dewama axaftina xwe de ragihand ku Îsraîl bo yahûdî rehîn neyên girtin, dikare ji Naqouraheya Şebaa Mezrayê ji yahûdiyan vala bike, dora hêzên Hîzbûllahê dorpêç bike û stratejiya sîstema mobîlê bikarbîne.

Li gor rojnamê heya niha ti carê Nasrallah weha bê hêvî axafitnekê nekiriye.