Nasrallah: Eger Îsraîl êrîs bike em ê bersivê bidin

03 îlon 2019 01:13
Nasrallah: Eger Îsraîl êrîs bike em ê bersivê bidin

PeyamaKurd- Serokê Hîzbûllah a Lubnanê Hesen Nasrallah ragihand ku xeta wan ya sor nemaye û eger Îsraîl êrîş bike, wê bersia Îsraîlê bidin. Nasrallah di axaftina xwe ya televîzyonê de got; operasyona ku Hîzbûllahê li bakûrê Îsraîlê kiriye, bersiva hefteya berê ku Îsraîlê li Sûriyê li mirovên me daye û bi 2 dronan operasyon kiribûn ser navenda medya wan. Nasrallah weha got:

“Eger hun êrîş bikin, em ê li noqteyên we yên herî kûr bidin.”

Nasrallah bo sedema derengmayîna operasyonê got ku ew dixwazin êrîşên xwe di rojê de bikin, ne di şevê de.