Namzedê hevserokatiya HDPê: Divê Serok Barzanî ji bo yekîtiyê bikeve dewrê
PeyamaKurd - Namzedê hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Musa Alkan ragihand ku divê Serok Mesûd Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan înîsiyatîvê li xwe bigire.
Namzedê hevserokatiya HDPê Musa Alkan beşdarî bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdaw ê bû û behsa xebatên xwe yên siyasî û armancên xwe kir. Alkan diyar kir ew ji bo armanca guhertineke demokratîk û hevterîb pêk bîne ku ew jî rê li ber pêşketinên mezin ên civakî vekin, bûye berbijêrê hevserokatiya HDPê.
Bi gotina Alkan niha di warî siyasî de xetimandin heye û divê siyaset hinek afrîner be û rê li ber siyaseteke xurt were vekirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Musa Alkan got ku "Divê Birêz Serok Mesûd Barzanî ji bo yekîtiya Kurdan înîsîyatîf wergire û têkeve dewrê û xebatên xurt bêne kirin."
Alkan herwiha got “Di vî warî de berê pêşniyarên Birêz Ocalan hebûn. Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û bila xebatên yekîtiya Kurdan tenê li ser mile partiyên siyasî nemîne û bila hemû beşên civakê têkevin nava wan, xebatan. wê demê em dê bikaribin xebatên yekîtiyê xurttir bikin.”
Biryar e 4emîn Kongreya Asayî ya HDPê di 23yê Sibata 2020an de li Enqerê pêk were. Hevserokê şaxa HDPê Mêrdinê Musa Alkan, yekem kes e ku ji bo hevserokatiya Giştî ya HDPê namzediya xwe ragihandiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin