Nêzî baraja Tisrînê ya ser Firatê serê dijwar diqewime
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê; li derdora bendava Tişrînê ya li ser çemê Firatê ku dikeve nav sînorê Rojavayê Kurdistanê û nêzî bajarên Minbicê û Kobaniyê ye, şerekî dijwar diqewime. Li gor Rûdaw ji çavkaniyên cîh agahiyan bidest xistiye; êrîş ji hewa û bejayiyê de tênkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) baraja Tişrînê kontrol dike. Li gor çavkaniya ku ji Rûdawê re axifiye:
“Ji hewa û bejayiyê de êrîş tên kirin. Hêzên HSDê li deverêne û tevî ku di navbera wan de peyman hatiye girêdan, şer dewam dike.”
Serokê rêvebiriya bendavên Firatê Welat Derwêş ragihandiye ku têkiliyên wan bi xebatkarên bendavê re hatiye birin. Di bendavê de 6 trîbun hene û ji ber êrîşa berê trîbûnekî xesarê dîbû û lewra hilberîna elektrîkê hatibû rawestandin.
Ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser barajê, eger di bendavê de teqînekî bibe, wê heya Basrayê gelek dever di bin avê de bimînin.
Li gor ragihandina Welat Derwêş; seet di 14.00an de nêzî barajê şer destpêkiriye û ji wê wextê de pêwendî bi xebatkarên bendavê re hatiye birîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin