Erdogan rexne li welatên Ewropa û Amerîka girt: Hûn dadperwerane nêzîkî serê navbera Îsraîl û Hamasê nabin

18 mijdar 2023 15:04
Erdogan rexne li welatên Ewropa û Amerîka girt: Hûn dadperwerane nêzîkî serê navbera Îsraîl û Hamasê nabin

PeyamaKurd –  Serokomarê Tirkiyeyê dibêje, heta niha 13 hezar Filistînî hatine kuştin û ji ber operasyona Îsraîlê tiştek ji Xezzeyê nemaye.

Li gor zanyariyan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do serdana Almanyayê kir û piştî hevdîtina bi Serokomarê Almanyayê, bi Şêwirmendê Almanya Olaf Sholz re civiya.

Recep Tayyip Erdogan, rexne li welatên Ewropa û Amerîkayê girt ku dadperwerane nêzîkî şerê navbera Îsraîl û Hamasê nabin, alîgiriya Îsraîlê dikin û dijî Filistînê helwesta digrin.

Erdogan eşkere kir: “Behsa bûyera 7 Cotmehê dikin, lê hîç behsa piştî vê nakin. Heta niha 13 hezarê zêdetir jin û zarok û sivîl li Xezzeyê hatine kuştin û Xezze hatiye wêrankirin. Ji ber operasyona Îsraîlê, tiştek ji Xezzeyê nemaye.”

Herwiha Erdogan da zanîn, eger Tirkiye û Almanya bi hev re agirbesteke mirovî pêk bînin, wê herêmê ji zengila agirê dorpêçkirî rizgar bikin.

Erdogan got, “Çareserî avakirina dewleta Filîstînê li ser nexşeya 1967 e” û tekez kir, armanca wan hemûyan pêkanîna agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî bê astengî ye.