Erdogan: Tistek ji cezayên Ewropayê dernakeve, ya Amerîka jî bêrêzî yê
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser îhtimala ferzkirina cezayan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve bi hinceta krîza Rojhilatê Derya Spî got ku hejmarek welatên ewropî sekneke baş ligel Tirkiyê nîşan dane û tiştek ji cezayên YEyê dernakeve.
Erdogan piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re axivî û got, hinek welatên Ewropî yên ku bi aqil in, nehiştine ku lîstoka li dijî Tirkiyê serkeftî be û got, niha YE biryar daye ku meha Adara 2021an dîsa mijiara cezakirinê bixin rojeva xwe, lê tiştek jê dernakeve.
Serokkomarê Tirkiyê li ser îhtimala sepandina dorpêçan ji aliyê Amerîkayê ji bo kirîna S-400an jî got: “Di nav 5 welatên sereke yên NATOyê de Tirkiye welatek girîng e. Niha jî Amerîka rabe, Tirkiyê bi bûyerek bi navê CAATSAyê re rûbirû bihêle, ji hevbeşeke girîng ya NATOyê re bêrêzî ye. Di çar salên serdema Trump de ti têkiliyeke min ya bi pirsgirêk çênebû. Berevajî wê di gelek mijaran de me gavên erênî avêtin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin