Nêçîrvan Barzanî û Balyoz Kutrasev: Hilbijartin ji bo Kurdistanê gelekî girîng in
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî îro Balyozê Rûsyayê yê Îraqê û şandeya pê re qebûl kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî û Ilyberus Kutraşev mijarên mîna “pêwendiyên Rûsyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” nîqaş kirine.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan aniye ziman ku “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”
Her weha wan xwestiye ku propaganda bi awayekî aram bên kirin û hilbijartineke serkeftî pêk bê.
Serokatiyê daxuyand ku “Şerê li Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” jî mijarên din ên hevdîtinê bûne.
Hilbijartinên serdema 6em ên Parlamentoya Kurdistanê wê 20ê Cotmehê bên kirin.
Propagandaya hilbijartinan 25ê Îlonê dest pê kir û wê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin