Nêçîrvan Barzanî pêswaziya serokê Weqfa Marîfê ya Tirkiyeyê kir

10 adar 2025 17:55
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya serokê Weqfa Marîfê ya Tirkiyeyê kir

PeyamaKurd – Îro, Duşema 10ê Adara 2025an, li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Serokê Weqfa Marîfê ya Tirkiyeyê Mahmut Ozdîl û şandeya pê re kir.  

Di vê civînê de, behsa karên Weqfa Marîfa Tirkiyeyê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin û gotûbêj li ser rêyên bipêşxistina hevkariyê bi rêxistinên Herêma Kurdistanê re hat kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî, di vê hevdîtinê de pîrozbahî li Mahmut Ozdîl kir ji ber destpêkirina karê wî wek serokê weqfê û soz da ku Herêma Kurdistanê dê piştgiriyeke tam bide projeyên weqfê.

Wî herwiha got ku ew dikarin ji tecribeyên Tirkiyeyê yên di warê perwerdehiyê de sûd wergirin û hevkariyê zêde bikin.

Mahmut Ozdîl jî spasiya xwe arasteyî rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ji ber alîkariya wan û behsa dibistanên weqfa xwe yên li Bexda û Hewlêrê kir. 

Wî daxwaz kir ku hevkariya bi dezgehên Herêma Kurdistanê re bêfirehtir bibe û pesnê xebatên Dezgeha Ruwangeyê da, herwiha amadebûna xwe ji bo xebata hevpar nîşan da.

Di dawiyê de, herdu aliyan girîngiya amaje bi pêşxistina xwendin û perwerdehiyê kirin. 

Hat ragihandin Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de beşdar bû.