Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Îmaratê yê li Iraqê kir

04 berfanbar 2024 19:02
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Îmaratê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Îro, çarşema 04.12.2024an, li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmaratê yê li Iraqê Ebdula Meter El-Mezru kir. Her du aliyan li ser bihêzkirina têkiliyan, bûyerên herêmî û hevkariyê gotûbêj kirin û pabendbûna xwe bi peywendiyên bihêz yên Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê re tekez kirin.