Nêçîrvan Barzanî: Ez bi mazûvaniya Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê, Pistorius kêfxwes bûm
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew kêfxweş e ku li Hewlêra paytext pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê, Boris Pistorius kiriye.
Nêçîrvan Barzanî li ser malpera xwe ya tora civakî, kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşwazîkirina Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê Boris Pistorius li Hewlêrê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de weha got:
“Ez kêfxweş im ku li me li Hewlêrê mazûvaniya Wezîrê Berevaniya Federal a Almanyayê birêz Boris Pistorius kir. Min dupat kir ku û min pêzanînên xwe pêşkêşî wezîrê Almanyayê kir ji ber piştevanî û alîkariya wan a berdewam a bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.”
Duh li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê, Boris Pistorius civiya.
Di hevdîtinê de behsa palpiştiya Almanyayê ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa ewlehiyê ya herêmê hate kirin.
Di civînê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, Balyoza Almanyayê ya li Bexdayê Christiane Hohmann, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Almanyayê û endamên Parlamentoya Federal a Almanyayê jî amade bûn.
Di hevdîtinê de, di derbarê qewamên dawî yên li Sûriyeyê, rola hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û rewşa giştî ya Iraqê di danûstandinan de bîr û raman pev re parve kirin û pêwendiyên Almanyayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û rola Almanyayê ya di şerê li dijî DAIŞê de û alîkariya wê ya ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge bilind nirxand.
Barzanî spasiya alîkariyên Almanyayê bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bo kurdên êzîdî kir.
Wezîrê Almanyayê Pistorius tekezî li ser rijdbûna welatê xwe bo berdewamiya piştevaniya xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Pistorius diyar kir ku hêzên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dê li ser karên xwe berdewam bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin