Nêçîrvan Barzanî bi balyozê nû yê Tirkiyê re civiya û pistgiriya xwe diyar kir

03 îlon 2024 22:35
Nêçîrvan Barzanî bi balyozê nû yê Tirkiyê re civiya û pistgiriya xwe diyar kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê diyar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Îlonê pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora kiriye û tevî bixêrhatinê, daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest û herwiha piştgiriya Herêma Kurdistanê ji diyar kir.

Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora jî dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina kar wekî balyozê welatê xwe li Iraqê diyar kir û hez û amadehiya Tirkiyeyê ji bo berdewamkirina pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran de tekez kir.

Herwiha rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî yên herêmê jî bi awayekî giştî di civînê de hatin axaftin.