Mûsa Ehmed: Rewsa xirab a Efrînê pêwîst dike em lê bimînin

20 sibat 2023 21:57
Mûsa Ehmed: Rewsa xirab a Efrînê pêwîst dike em lê bimînin

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) heman roja karesata erdhejê ya 6ê Sibatê, bi alîkarî û tîmên rizgarkirinê bi hawara Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatibû ku hê jî bi vekirina ofîsekê re xebatên alîkariyê bi taybet li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed got, “Ji bilî karesata erdhejê, rewşa Efrînê ya aborî gelekî xirap e ku pêwîst dike em lê bimînin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re daye xuyakirin, karesata erdhejê gelek ziyanên canî û madî li piştî xwe anîn û karesata rû daye ji karîna me mezintir e, lê hebûna me ji rojên destpêkê ve, bandoreke wê ya mezin li ser wan navçeyên ku erdhejê lê rû daye û ziyandîtinên wê karesatê hebû.

Mûsa Ehmed li ser gihîştina Efrînê got: “Xelkê Efrînê ewqas dilxweş bûn ku hatin ser rêyan pêşwazî li me kirin û gotin, alîkariyên xwarin û kelûpelan ji me re ne giring in, bi qasî hebûna we li Efrînê di vê rewşa de li kêleka me.”

Li ser hawarçûna Bakurê Kurdistanê jî Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kir: “Dibe ku sed sal be ku ewqas Kurdên Bakur şanazî bi nasnameya xwe nekiribin, wek çawa di van çend rojan hest pê kirine. Xelkê her digotin em Kurd û Kurmanc in.”

Ehmed da zanîn ku wê alîkarî û hevkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên din ên Tirkiyê berdewam bikin.

Mûsa Ehmed li ser vekirina Baregeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê jî got: “Em saziyeke mirovî ya navdewletî ne, em biçin ku derê, em pêwendiyê ligel rêveberiya wê herêmê dikin. Ya girîng ji me re ew e, ku em xwe bigihînin kesên ku pêwîstiya wan bi hevkariyan heye û em her rêyekê digirin ta ku li cem wan bimînin. Niha roj bi roj kar û sîstema dabeşkirina alîkariyan standardtir dibe.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) destnîşan kir: “Efrîn, babeteke gelekî girîng e, ji ber ku ji bilî karesata erdhejê, rewşa wê ya aborî gelekî xirab e ku pêwîst dike em kêleka wan bimînin. Em dixwazin bibin pireyeke bihêz a pêwendiyê di navbera Kurdistaniyan û Efrînê de û di navbera saziyên navdewletî û Efrîniyan de.”