Mueyîdeyên Amerîkayê dikin ku Îran berê xwe bide Kurdistanê

21 gulan 2019 13:30
Mueyîdeyên Amerîkayê dikin ku Îran berê xwe bide Kurdistanê

PeyamaKurd -  Îran ji bo ku zirarên mueyîdeyên Amerîkayê kêm bike berê xwe dide herêma Kurdistanê û li vir sê bajarên sanayiyê ava dike. Bajarên sanayiyê ku dê Îran li wan hilberînan pêk bîne niha têne avakirin.

Berdevkê Hilberînêrên Kurdistanê Mela Yasin derbarê mijarê de wiha axivî, “Gelek baregehên hilberînan piştî mueyîdeyên Amerîkayê li ser Îranê û hevpeymanên wê hilberînên xwe kêm kirin û hinekan ji wan jî dawî li xebatên xwe anîn. Hindek kompaniyên ku ji vê rewşê xwe azad bikin berê xwe didin Herêma Kurdistanê.”

Kompaniyên îranî yên mewzubehs plan dikin ku li Herêma Kurdistanê di warê xwarin, penêr, mast û petrokîmyayê de hilberînan pêk bînin.

Serokê Amerîkayê bi rêya Twitterê daxuyaniyek dabû amaje kiribû ku aborîya Îranê bi lez diherife, ji bo gelê Îranê ev yek cihê daxê ye.