MSDê bi peyamekê Newroz pîroz kir

21 adar 2022 11:29
MSDê bi peyamekê Newroz pîroz kir

PeyamaKurd Meclîsa Sûriya Demokratîk MSDê Newroza 2022an, tevahiya gelên heremê pîroz kir û diyar kir:” Newroz tê wateya serhildan û azadiyê, ji lewre jî gel cejna Newrozê wekî ku rojeke nû pîroz dikin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê newroz li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir û eşkere kir: “Doza Kurd, dozeke neteweyî ye û divê li gorî pîvanên navneteweyî were çareserkirin.”

Herwiha MSDê destnîşan kir, ji ber ku Newroz tê wateya serhildan û azadiyê, ji lewre jî gel cejna Newrozê wekî ku rojeke nû pîroz dikin.

Herî dawî MSDê di dawiyê de hêvî kir Newroz bibe destpêka aştiyeke mayînde li Sûriyê, herêmê û cîhanê û bang li gelên Sûriyê kir ku cejna Newrozê bikin cejneke neteweyî ya fermî.