MSDê berisva Esed da: Berî ku sînorên Sûriyê bêne diyarkirin Kurd li Rojava bûn

06 adar 2020 15:01
MSDê berisva Esed da: Berî ku sînorên Sûriyê bêne diyarkirin Kurd li Rojava bûn

PeyamaKurd - Hevseroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed da û ragihan, Berî ku sînorên siyasî yên Sûriyê bêne diyarkirin Kurd li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn.

Li gorî nûçeya Rûdawê, piştî daxuyaniyên Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed yên derbarê Pirsgirêka Kurdî li wî welatî de, Hevseroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed axivî û bersiva Esed da.


Îlham Ehmed

Îlham Ehmed ragihand, daxuyaniyên Beşar Esed xizmeta yekparçeyiya axa Sûriyê û diyaloga navxwe nakin û dibin piştivanê dagîrkariya Tirkiyê li Sûriyê.

‘Daxuyaniyên Esed xizmeta yêkrêziya axa Sûriyê û diyaloga navxwe nakin’

Hevseroka MSDê Ehmed got: “Ev daxuyaniyên Serokomarê Sûriyê hevdem bûn li gel civîna herdu serokên Rûsya û Tirkiyê, herwiha daxuyanî di demekê de hat ku amadekarî tê kirin bo gotûbêjên navbera hikûmeta Sûriyê û MSD û Rêveberiya Xweser bi navbenynkariya Rûsyayê”.

Îlham Ehmed da xuyakirin: “Bêguman, eger armanc ji wan daxuyaniyan înkarkirina dîroka gelê Kurd be ji bo razîkirina aliyê Tirkî, ez jê re dibêjim daxuyaniyên bi vî awayî xizmeta yekparçayiya axa Sûriyê nakin. Herwiha xizmeta diyaloga navxweya Sûriyê nakin. Berovajî, dibe hand abo dagîrkeriya Tirkiyê”.

‘Berî ku sînorên siyasî yên Sûriyê bêne diyarkirin Kurd li Efrîn, Kobanî û Hesekê bûn’

Wê rayedara Rojavayê Kurdistanê, rexne li înkakirina Kurdan ji aliyê Beşar Esed ve girt û got, Kurd li Efrîn, Kobanî û Hesekê akincî bûn, berî ku sînorên siyasî yên dewleta Sûriyê bên diyarkirin.

Îlham Ehmed wiha axivî: “Kurd ji hozên Hûrî û Mîtanî ne. Ew kevintirîn gel in li axa xwe ya dîrokî û li Efrîn, Kobanî û Hesekê (Rojava) akincî bûn, berî ku sînorên siyasî yên dewleta Sûriyê bêne diyarkirin”.

‘Nasnameya Erebî ya Sûriyê çi xizmetek gihandiye pirrengiya li Sûriyê, ji bilî pereçebûnê’

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Îlham Ehmed destnîşan kir, daxuyaniyên bi vî awayî wan neçar dikin ku rûpelên dîrokê vekin ku ti caran ji hizra mirovan nayê reşkirin û got: “Serokek bi daxuyaniyeke bi vî awayî û dijminkarî nikare xwe ji rastiyên dîrokî veşêre. Kengê nasnmeya erebbûnê cihê nasnameya Sûrîbûnê girt û nasnameya Erebî ya Sûriyê çi xizmetek gihandiye pirrengiya li Sûriyê, ji bilî pereçebûnê, ji hev veqetînê, malwêranî û karesatên li jêrxana civaka Sûrî”.

Têkildarî yekîtî û yêkrêziya Sûriyê de jî, hevseroka MSDê diyar kir: “Di vê rewş û qonaxa hestiyar de û ji bo parastina yegirtîbûna Sûriyê û parastina civaka wê, em Sûrî, erkê ser milê me ye ku tekezî li ser zimanê hevbeş û pêkvejiyanê bikin, bi rêya pirnasnameyiya me di dewleta Sûriyê de”.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di beşeke hevpeyvîna xwe ya digel televizyona Russia 24 de ku duh beşek jê hatibû belavkirin, gotibû, pirsa Kurd li Sûriyê ‘xeyal û derew e’ û ji bo hêzên Kurd jî gotibû  terorîstan û Amerîkiyan kelgehên petrolê yên herî girîng li Sûriyê dagir kirine.

Esed di wê hevpeyvînê de amaje kiriye, ku di sedsala 20an de hejmarek Kurd ji ber zulm û zordariya dewleta Tirkiyê, ji wî welatî ve hatine Sûriyê û hebûna Kurdan li wî welatî înkar kir.


Esed hêzên Kurd wek terorîst bi nav kir û got: Pirsa Kurd xeyal û derew e