MSD: Dixwazin Sûriye bibe sê parçe

14 rêbendan 2026 16:39

Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê li Şamê Ebdulwehab Xelîl, derbarê êrîşên dawî yên Artêşa Sûriyeyê yên li ser Dêr Hafir û Meskeneyê hişyariyên tund kirin.

MSD: Dixwazin Sûriye bibe sê parçe

EuronuNews- Nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Xelîl diyar kir ku daxwaza ji bo vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo rojhilatê Firatê, planeke ji bo dabeşkirina Sûriyeyê ye û got:

“Dixwazin başûr ji bo Îsraîlê, bakur ji bo Tirkiyeyê û rojhilat jî ji bo HSDê bimîne; ev parçebûna welat e."

Xelîl her wiha helwêsta Amerîkayê rexne kir û nêzîkatiya Washingtonê wekî "ne cidî" pênase kir.

Wî bal kişand ser peymana 10ê Adara 2025an a di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de û tekez kir ku çareserî ne bi şer, lê bi danûstandin û pergala nenavendî pêkan e.