MSB: Di Operasyona li dijî Rojava de leskerekî me mir û 3 jî birîndar bûn

11 cotmeh 2019 09:26
MSB: Di Operasyona li dijî Rojava de leskerekî me mir û 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de leşkerekî me mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) de hat ragihand ku di ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ ango li dijî Rojavayê Kurdistanê de leşkerekî Tirk miriye û 3 leşker jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve MSBê îdîa kir ku 49 şervanên PKK/YPGê jiyana xwe ji dest dane lê ji aliyê PKKê ve heya niha di vî warî de tu daxuyanî nehatine dayîn.