Ahmet Davutoglu, pistgirî da operasyona li dijî Rojava
PeyamaKurd- Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, li ser operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Rojava û Herêma Kurdistanê, piştgiriya xwe ragihand.
Ahmet Davutoglu, li ser operasyonên asîmanî yên ku duh bişev dest pê kirin, piştgiriya xwe ji bo leşkerên Tirkiyeyê ragihand.
Davutoglu, bi rêya hesabê xwe yê medayaya civakî ev peyam ragihand:
“Di operasyona dersînor a ku li dijî gefa terorê ya li ser welatê me hat destpêkirin de ez ji hêzên me yên çekdar ên leheng re serkeftinê dixwazim. Rebil Alemîn, leşkerên me biparêze.”
Artêşa Tirkiyeyê, duh bişev bi balafirên şer ên F16, di ser Diyarbekirê re operasyoneke asîmanî dabû destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de êrîş biribû ser herêmên wekî Kobanî, Eyn Îsa, Şehba û dorûbera Minbicê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin