Mohra 3 hezar salî hat dîtin

23 cotmeh 2019 01:21
Mohra 3 hezar salî hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li Kela Zerzewanê kolanên arkeolojik tên kirin. Di xebatên herî dawiyê de mohreka Asûriyan hat dîtin ku ev jî nîşana 3 hezar sal berê li Kela Zerzewanê Aşûrî mane.

Kela Zerzewanê ev 5 sale tê de xebatên arkeolojîk tên kirin û gelek berhem derketine holê. Li ser 60 donum seha wê de, sûreka ku 12 heya 15 metreyan bilinde û hezar û 200 metre dirêje heye, bermayên wê hatine heya îro. Ciyê çavdêriyê ku 12 metre bilinde, dêr, ciyê rêvebiriyê, xanî, ambarên genim, depoyên sîlihan, îbadetxane û gelek ciyên din hene.

Îbadetxaneya ku aîdê dewra Mîtra ne hatiye dîtin.Lê herî balkêş mohra 3 hezar sal berê ku ya Asûriyaye hatiye dîtin.