Bajarekî mezin ê 3 hezar salî li Misirê hat dîtin
10 nîsan 2021 14:59
PeyamaKurd – Li Misirê, bajarekî mezin ji aliyê tîmeke şûnwarnas hat dîtin. Bajar di rewşeke baş de ye, hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.
Şûnwarnasê li Zanîngeha Hopkins a Amerîkayê Betsy Brian diyar kir; dîtina bajarê winda yê Aten, piştî dîtina gora Tût Anx Amon duyemîn dîtina şûnwarîya herî girîng e.
Li gor şûnwarnasan, dîroka vî bajarî heta serdema Amon Hotepê Sêyemîn vedigere, ku berî zayînê di sala 1353 – 1391ê de desthilata wî hebû.
Fermangeha Şûnwarên Dîrokî yên Misirê da zanîn, dîroka wî bajarî vedigere heta 3 hezar sal berî niha.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Di mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê de 9 hezar berhemên Kurdî
03 adr 2024
Magazîn
Li Misrê mûmya 4 hezar û 300 salî dîtin
28 rbn 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin