Mithat Sancar bo Kiliçdaroglu: Em li benda gavên pratîk in...

02 sibat 2022 19:37
Mithat Sancar bo Kiliçdaroglu: Em li benda gavên pratîk in...

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, li ser daxuyaniyên van demên dawî yên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de ku dibêje, ‘rêya Demokrasiyê di Diyarbekirê re derbas dibe’ bersiv da û got, ew li benda gavên pratîk in.

Sancar di bersiva wan gotinên Kiliçdaroglu de got ku ew ji wan gotinan fêm dikin, “Vê peyamê wiha dinirxînim ku bêyî çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê demokrasiyeke rastîn pêk nayê.”

Hevserokê HDPê de herwiha diyar kir, “Ez vê wekî beyankirina nîyeteke baş dibînim” û got, ‘Raya giştî li ser vê beyana Kiliçdaroglu û ji bo dagirtina nava wan gotinan, li benda daxuyaniyên berbiçav, îcraat û sozên bernameyî ne. Em jî li bendê ne.”