Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Tehsîn Beg îro koça dawî kir
28 rêbendan 2019 15:38
PeyamaKurd - Rêberê Êzidiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ku çend roj in li Almanyayê di nexweşxaneyê de bû, îro çû ser dilovaniyê.
Çend roj berê nûçeya wefata Mîr Tehsîn Beg hatibû belavkirin ku piştre hatibû ragihandin, rewşa wî nebaş e û li nexweşxaneyeke Hanover a Almanyayê dimîne.
Mîr Tehsîn Beg kurê Seîd Elî Begê Mîrê berê yê êzidiyan bû û di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve jidayik bûye.
Mîr Tehsîn Beg ji sala 1944an ve piştî wefata bavê xwe, bûye Mîrê Êzidiyan û ji wê demê ve Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê ye.
Mîr Tehsîn Beg herwiha bi piştevaniya xwe ya Şoreşa Îlonê ya sala 1959an tê naskirin ku bo Mûsilê hatibû sirgûnkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mîr Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzidiyên Kurdistan û Cîhanê
25 trm 2019
Cîhan
Mîrê Êzidiyan Cejna Remezanê li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir
21 nsn 2023
Magazîn
Polîsan li Fûara Îzmîrê dest danî ser pirtûkên dîroka Kurdistanê
21 nsn 2024
Tenduristî
Çiyagerên Kurdistanê hilkisiyan ser lûtkeyeke herî bilind a cîhanê
20 îln 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin