Mîranî: PDK ji ber pêkanîna Referandûma Serxwebûnê serbilinde!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku PDKê ji bo beşdariya hilbijartinan li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî hemû amadekarî kirine û ji bo pêkanîna Referandûma Serxwebûnê jî serbilind e.
Fazil Mîranî derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de diyar kir ku wan wek PDK hemû amadekarî ji bo hilbijartinên li navçeyên Kurdistanî kirine û got: “PDK serbilinde ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê û hemû hewldanekê jî em ê bidin bo bi serbilindî vegerin wan navçeyan.”
Hêjayî gotinê ye, ji bo hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê yên Iraqê hevpeyman û namzedên beşdarî hilbijartinan bibin hatine diyarkirin ku di hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê de 25 milyon û 139 hezar û 375 kes xwedî mafê dengdanê ne.
267 partiyên siyasî û 42 hevpeyman ligel 3 hezar û 500 namzedên hilbijartinê wê ji bo 329 kursiyên parlamentoyê pêşbaziyê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin