Girava Caledonia Referandûma Serxwebûnê pêk anî, lê bi ser neket!
PeyamaKurd – Li Girava Caledonia ya girêdayî Fransayê 12ê Kanûna 2021ê sêyemîn Referandûma Serxwebûnê hat kirin. Li gorî encamên referandûmê dengê NA bi ser ketin û rêveberiya Fransayê jî ji vê biryarê kêfxweş e.
Xelkê Caledoniayê îro Yekşemê beşdarî sêyemîn referandûma serxwebûna girava xwe bûn, lê belê piraniya xelkê giravê ku serjimariya wan digihe 270 hezaran naxwazin ji Fransayê cuda bibin.
Referandûma sêyem a cudabûna Caledoniayê piştî du referandûmên din tê kirin, referandûma yekem di sala 2018an de bû ku nêzîkî %57an dijî cudabûnê deng dabûn, ya duyem di sala 2020ê de bû ku kêmî %54an dijî cudabûnê bûn.
Xelkê girava Caledonia di referandûma îro ya serxwebûnê de dengê Nexêr da ku li gorî amarên xwecihî %84lê dengdan hatine cudakirin ku %96 dengê NA derketine û ev dengdan qonaxa dawî ya proseya serxwebûna wê herêmê bû ku serkeftin bidest nexistiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin