Îskoçya referandûma serxwebûnê li dar dixe
PeyamaKurd – Serokwezîra Herêma Îskoçyayê Nicola Sturgeon, ragihand ku ew dê referandûma bo serxwebûnê li dar bikin.
Nicola Sturgeon di konferansa Partiya Netewî ya Îskoçyayê (SNP) de eşkere kir ku heger korona nebe asteng, ew plan dikin di dawiya sala 2023yan de referandûma serxwebûnê li dar bixin.
Sturgeon got: “Pirs ev e, gelo kîjan bijarde? Serbixwe bûn yan jî ji aliyê Westminster (hikûmeta Brîtanyayê) ve birêvebirin? Divê em biryara wê bidin.”
Sturgeon herwiha bal kişand ser referandûma Brexit a derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê û got ku guh nedane îradeya îskoçiyan û tevî ku ji sedî 62 nexwestine jî ji YEyê hatine derxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di referandûma sala 2014an a serxwebûnê de, ji sedî 55ê gelê Îskoç dengê na dabûn ku tê gotin, niha rewş guherîye û pêwîstî bi referandûmeke nû heye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin