Mîr Hazim Beg, li Vatîkanê bi Papa Francis re civiya

15 mijdar 2022 05:51
Mîr Hazim Beg, li Vatîkanê bi Papa Francis re civiya

PeyamaKurd – Mîrê Êzîdîyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi heyeta xwe ve çû Vatîkanê û bi serokê ayînî yê alema Îsewiyan, bi Papa Francis re li dora 40 deqeyan hevdîtinekî pêkanî. Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser daweta fermî ya Vatîkanê çû seredana Papa û Mîr weha got:

“Hevdîtinekî gelekî girîng bû. Bi germî pêşwaziya me kirin. Em li ser rewşa Êzîdiyan yên li Şengal û Kurdistanê axifîn. Papa got ji destê wan çi were dê bikin. Ji bo pirsgirêka Şengalê çareser bibe, wê bike ku civaka navdewletî zorê bide ser Iraqê.”

Li ser dijberiyên siyasî yên li Şengalê bi hezarî Kurdên Êzîdî ji bo dagerin ser axa xwe, li ser 3 hezar jin û zarokên êzîdî yên ku wendane û dahatûya wan dê çibe, mijarên axaftinê yên navbera Mîr û Papa bûn. Hevjîna Mîr Hazim Beg Mekan Xatûn jî xwest ku neheqeyên li seranserê dinyayê û li jinên Êzîdî tênkirin bi dawî were û got:

“Min ji Papa xwest ji bo em car din fermanekî dinê nejîn, alîkariya me bike.”

Papa her weha li pirsgirêkên Êzîdiyan bi hezir guhdarî kiriye û soz daye ku alîkariya Êzîdiyên li Yûnanistanê û Tirkiyê bike ku di şertên xerab de dijîn.

IŞİD ê di sala 2014an de bajarê Mûsilê xistibû destê xwe û êrîşê Şengalê kiribû. Bi sedan Kurdên Êzîdî kuştibû bi hezaran jin û zarokan revandibû. Ev êrîşa ku di 3 yê tebaxa 2014an de hatibû, kirin weka fermana 73 em ya Êzîdiyan hatibû binavkirin.