Mînîbusek koçberan wergeriya: 4 kesan can dan, 25 kes jî birîndar bûn
11 nîsan 2022 15:40
PeyamaKurd – Mînîbusek koçberan, li navçeya Elcewazê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve wergeriya û 4 kesan can dan, 25 kes jî birîndar bûn.
Zanyarî destnîşan dikin, li nêzîkî gundê Baxçedere ser bi navçeya Elcewazê minîbûseke ku koçber hilgirtibûn ji rê derket û wergeriya. Di encama bûyerê de, 4 koçberan can dan û 25 koçberên din jî birîndar bûn.
Herwiha hat ragihandin, koçberên birîndar, piştî çareseriyên destpêkê rakirin nexweşxaneyên Elcewaz, Xelat û Tetwanê û Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sêwas | Otubuseke koçberan wergeriya: Mirî û birîndar hene
07 mjd 2022
Koçber
Kamyona koçberan wergeriya: 22 mirî û 65 birîndar
06 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin