Kamyona koçberan wergeriya: 22 mirî û 65 birîndar
Li bajarê Samara yê ku navenda herêma Afarê ya Etiyopyayê ye, di encama wergerîna kamyoneke ku koçber tê de bûn, karesateke mezin çêbû.
EuronuNews - Hate ragihandin ku di qezayê de 22 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 30 birîndaran giran e.
Karbidestên herêma Afarê bal kişandin ser mijara qaçaxçitiya mirovan û diyar kirin ku ev koçber ji aliyê navbeynkarên neyasayî ve hatine xapandin û bêyî ku ji xetereyên rê agahdar bin ketine vê rêwîtiya mirinê.
Rêveberiya herêmê hişyarî da ciwanan ku nebin qurbana qaçaxçiyan û destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.
Tê texmînkirin ku armanca van koçberan ew bû ku di ser Cîbûtî û Deryaya Sor re derbasî Yemenê bibin û ji wir jî bigihîjin Erebistana Siûdî an welatên din ên Rojhilata Navîn. Rêxistina Navdewletî ya Koçê (IOM) vê rêya ku ji "Qurçika Afrîkayê" ber bi Yemenê ve diçe, wekî "rêya herî qerebalix, kujer û tevlihev" pênase dike. Li gorî daneyên IOM'ê, tenê di sala 2024’an de zêdetirî 60 hezar koçberî bi hêviya gihîştina Erebistana Siûdî xwe gihandine Yemenê, lê piraniya wan di van rêyên xeternak de bi karesatên wiha re rû bi rû dimînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin