Milîsên Iraqê li dijî dîyaloga stratejîk a navbera Bexda û Washingtonê ne
PeyamaKurd – Emîndarê koma milîsên Iraqê ya bi ser Îranê ve Ketayîb Seyid-ul Şuheda Ebu Wala Welayî, li dijî dîyalogên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê derket û got, pêwîste êrîşên dijî hêzên amerîkî berdewam bikin.
Welayî li ser hesabê xwe yê twitterê dîyalogên stratejîk ên navbera Bexda û Washingtonê wekî fîlmê kartonî pênase kiriye û diyar kiriye, pêwîste êrîşên ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê berdewam bikin.
Li aliyê din rêberê koma Asayîb Ehlil Heq Qeys el Xezalî jî doh ragihandiye ku niyeta rêveberiya nîne hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û ji bilî axaftinê di pratîkê de ti tiştek nehatiye kirin.
Herwiha Xezelî gotiye, wesayîtên Amerîka yên asmanî tim li ser asmanê Bexdayê digerin û mebesta wan a esil jî şopandina komên Hizbullahê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin