Mijara sereke ya serdana Kazimî bo Washingtonê milîsên Îranî ye

31 tîrmeh 2020 23:42
Mijara sereke ya serdana Kazimî bo Washingtonê milîsên Îranî ye

PeyamaKurd – Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî meha pêşiya me ango di nav meha Tebaxê de, serdana Washingtonê bike.

Li gorî nirxandinên siyasî yên li Iraqê, Kazimî di serdana xwe ya Tehranê de, ji rayedarên Îranî re eşkere daye xuyakirin ku divê serweriya wan neyê binpêkirin û berpirsên Îranê jî ji Kazimî daxwaza derxistina hêzên biyanî ji Iraqê kiribûn û bal kişandibûn ser hebûna hêzên Amerîkî.

 Rojnameya El-Ereb li ser serdana Kazimî ya bo Amerîkayê nûçeyek belav kiriye ku tê de dibêje, mijara sereke ya serdana Kazimî bo Washingtonê rewşa milîsên îranî û bêçekirina wan e.

Li gorî El-Ereb ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên siyasî yên li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dê meha bê serdana Amerîkayê û bi serok Donald Trump û hin rayedarên Amerîkayê re bicive.

Herwiha tê gotin ku divîyabû Kazimî meha borî ev serdan bikira, lê ji ber rewşa koronayê serdana wî hatiye paşxistin.