Mijara sereke ya medyaya cîhanê kurd in
Medya cîhanê şerê Îranê ji nêz ve dişopîne û balê dikişîne ser Kurdan. Helwesta rayedarên Herêma Kurdistanê derdixe pêş û bi berfirehî behsa rola komên kurdên Rojhilatî dike.. Medyaya Îranê jî hêzên kurd ên li ser sînor wekî gefeke ewlehiyê nîşan dide.
RûpelNews - Medyaya cîhanê, di şerê ku di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de dest pê kirî de kudan ji nêz ve dişopîne û di nûçeyên sereke de cih dide helwesta kurdên Rojilat û Herêmê. Digel ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirine ku kurd dê di pevçûnê de aliyekî negirin, hin çavkaniyên nûçeyan ên cîhanê îdiayên li ser egere beşdarbûna şer a komên kurdên Rojhilatî anîne ziman. Ji aliyê din ve medyaya Îranê, hêzên kurd ên li ser sînor wekî gefeke ewlehiyê nîşan dide.
Nûçeyên ku medyaya cîhanê derbarê kurdan de belav kirine wiha ne
Ajansa Associated Press a Amerîkî di rojên destpêka şer de di nûçeyên xwe de nivîsên wekî 'hêzên kurd dikarin beşdarî şerê li dijî Îranê bibin' belav kir. Vê ajansê ragihand ku gotegot hebûn ku bi hezaran kurdên çekdar ên li Herêma Kurdistanê dikarin beşdarî şerê Îranê bibin, lê berpirsên Kurd ên li herêmê ev îdia red kirin. Ajansê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku ew ê di şer de aliyekî negirin.
Îdiayên Axîosê
Medyayên rojavayî yên wekî Axîosê îdia kirine ku dibe ku hin komên kurdên Rojhilatê bi Amerîka û Îsraîlê re hevpeyman bin. Li gorî van nûçeyan, hin partiyên kurd û yekîneyên çekdarî qaşo biryar dane ku ji bo avakirina eniyekê li dijî rejîma Îranê bibin yek û piştgiriya li derve digerin.
Lêbelê, ev îdia ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên kurd ên Rojhilatî ve hatine redkirin, ku diyar kirin ew di dema şer de rasterast beşdarî operasyonên bejayî nebûne.
Medyaya Îranî
Medyaya Îranê û nûçeyên ji çavkaniyên Îranî diyar kirin ku hêzên Îranê 'hêzên kurd li herêmên sînorî kirine hedef' û ew bi handana aloziyan li nav welêt tawanbar kirin. Di daxuyaniyeke Îranî de hat îdiakirin ku 'hin baregehên ku komên çekdar ên kurd lê bi cih bûne hatine hedefgirtin'.
The Washîngton Post
Rojnameyê nivîsî ku Serokê DYAyê Donald Trump bi serokên kurd ên li Rojhilat û aktorên siyasî yên li Herêma Kurdistanê re bi telefonê axiviye. Di van raporan de hat îdiakirin ku Trump ji bo Kurdan piştgiriyeke berfireh a hewayî û leşkerî ya DYAyê wek beşek ji operasyoneke çaverêkirî a li dijî Îranê pêşkêş kiriye û li gorî gotinan ji urdan re gotiye ku 'yan li gel DYA û Îsraîlê bin yan jî li gel Îranê'.
Rola Kurdan hate nirxandin
Washington Post her wiha analîzek weşand ku tê de rola potansiyel a kurdan di çarçoveya şerê Îranê de dinirxîne. Di vê analîzê de îdia hatibû kirin ku hin komên kurd li Herêma Kurdistanê bi piştgiriya DYAyê xwe ji bo operasyonên leşkerî yên bejahî yên li dijî Îranê amade dikin; lêbelê, di nûçeyan de hatibû tekezkirin ku ev ne polîtîkaya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
BBC
Medyaya Brîtanî BBC, behsa bandora hawîrdora şer li Îranê li ser nifûsê û çalakiya leşkerî ya li herêmê kir, di heman demê de rewşa komên kurd û rûbirûbûna wan a bi êrîşan re di çarçoveyeke navneteweyî ya têgihîştî de pêşkêş kir.
The Wall Street Journal (WSJ)
Rojnameyê di nûçeya xwe ya derbarê şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, çend xalên sereke yên derbarê kurdan de derxistin pêş: WSJê analîzek weşand û tê de îdia kir ku di egere şereke bejayî de dibe ku li Rojhilat hêzên çekdar dest bi şerî bikin. Di nûçeyê de hat gotin ku hin komên kurdan ên Îranî dikarin li dijî hêzên hikûmetê rolekê bilîzin, lê ev yek heta niha pêk nehatiye.
Associated Press (AP)
Li gorî APê, berpirsên kurd ragihandin ku bi hezaran şervanên kurd ên perwerdekirî li Herêma Kurdistanê, bi piştgiriya DYAyê, ji bo operasyoneke bejayî ya li dijî Îranê amadekariyê dikin. Hat ragihandin ku ev pêngav dikare berevaniya Îranê bixe bin zextê, lê di heman demê de tecrubeya li Iraqê jî bixe xeterê.
El Cezîre
El Cezîreyê di hin nûçeyên xwe de ragihand ku rêveberiya DYAyê bi hin komên kurd re di têkiliyê de ye û îhtîmala tevlîbûna van koman a şer tê nîqaşkirin; lêbelê, wê nivîsand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên kurd ragihandine ku ew van planan red dikin.
Lêgerîna Kurdan a ji bo statuyê...
Medyaya cîhanê her wiha analîzên li ser pêwendiya şer bi daxwazên dîrokî û pozîsyona stratejîk a kurdan re jî girê dide. Di van nûçeyan de beha kurdên Rojhilat tê kirin daxwaza wan ya statuyê dîrokî ye dest jê bernedan e. Medyaya cîhê ji aliyekê ve jî şerê Îranê ji bo bidestxistina statuyê ji bo kurdan wekî ‘fersend’ekê jî dinirxîne. Lê kurd dibêjin ew daxwaza statuyê dikin lê belê ew nabin aligirên şerî.
