Mezlûm Ebdî: Rûsyayê soz daye me!

05 hezîran 2022 14:17
Mezlûm Ebdî: Rûsyayê soz daye me!

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê bang li hikûmeta Sûriyê kir ku sînorên welatê xwe biparêze. Ebdî herwiha got, Rûsya soz daye ku ew qebûl nake herêmên li Sûriyê yên di bin kontrola wê de ne, rastî êrîşên Tirkiyê werin.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke televizyonê de diyar kir: “Tiştê ku ji dewleta Sûriyê tê xwestin ew e ku helwestê nîşan bide, ji ber ku di dawiyê de beşek ji axa Sûriyê rastî êrîşan tê û tê dagîrkirin.”

Ebdî got, "Pêwendiyên me bi serkirdayetiya Rûsyayê re hene, ew jî me piştrast dikin ku ew êrîşên li ser herêmê qebûl nakin.”

Li ser mijara helwesta Amerîkayê jî Ebdî da zanîn, ji bo rê li ber êrîşên dagirkeriya Tirk were girtin, pêwendiyên wan bi rayedarên Amerîkayê re berdewam in û Washington dikare di derbarê êrîşan de zelaltir be.

Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê bibîr xist ku ew gefên Tirkiyê cidî dibînin û wiha pê de çû: “Tirkiye ev 2 sal in ku dixwaze êrîşan pêk bîne, weke ku dewleta Tirk xeyal dike ne hêsan e. Dê şerekî xurt û demdirêj be û ew ê nikaribin serketinê bi dest bixin û eger êrîşî herêmên me bikin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Mezlûm Ebdî da zanîn ku ya herî zêde sûdê ji aloziya Tirkiyê werdigire, rêxistina terorîst DAIŞ e ku dê karibe xwe ji nû ve birêxistin bike.