Mezlûm Ebdî: Pûtîn ji bo çareseriya pirsa Kurd helwesteke erênî nîsan da

29 berfanbar 2019 14:15
Mezlûm Ebdî: Pûtîn ji bo çareseriya pirsa Kurd helwesteke erênî nîsan da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke televizyona Al-Yaum a Qûweytê de, ragihand ku bi êrîşên Tirkiyê re yekrêziya nava HSDê xurt bûye ku Tirkiyê dixwest bi van êrîşan hemû destkeftiyên 8 salan tune bike.

Ebdî got, "Hin aliyan îdia dikir ku dê bi van êrîşan HSD hilweşe, lê di encamê de berevajiyê vê çêbû û HSD di ezmûneke mezin de derbas bû ku karî yekîtiya xwe ya navbera şervanên ji gelên din biparêze.”

Mezlûm Ebdî dibêje, Tirkiyê hem Kurd hem jî Erebên herêmê kirine armanca êrîşên xwe û helwesta Misrê ya li dijî wan êrîşan û hewlên bo parastina yekparçeyiya Sûriyê bi erênî nirxand.

Ebdî herwiha da xuyakirin, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ji bo çareserkirina pirsa Kurd a nav Sûriyê, hem ji bo tetmînkirina Kurdan hem jî tetmînkirina Şamê helwesteke erênî nîşan daye û wiha got:

"Rûsya dikare di navbera me û Şamê de rola navbeynkariyê bilîze. Wê rojên pêş geşedanên erênî çêbibin.”