Mezlûm Ebdî: Me dest bi tevlîkirina hêzên xwe kiriye
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî got, "Me dest bi tevlîkirina hêzên xwe kiriye û em dê peymanê bi cih bînin."
RûpelNews - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro li Hesekê ji fermandarên Ereb re axivî.
Ebdî got ku ji roja ku peyman hatiye mohrkirin ve agirbest hatiye bicihanîn.
Mezlûm Ebdî ragihand, "Em niha bi tevlîkirina hêzan mijûl in."
Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha diyar kir, "Piştî peymanê pêwîst bû ku hêz vekişin."
Mezlûm Ebdî li ser entegrasyona HSD û artêşa Sûriyeyê jî got:
"Hêzên me dê tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bibin û em niha bi tevlîkirina wan re mijûl in."
