Meytên her du kolberên beriya 4 mehan wenda bûbûn hatin dîtin
09 gulan 2022 12:59
PeyamaKurd – Meytên her du kolberên ku beriya 4 mehan di navbera Urmiyê û Şemzînanê de li ser sînor wenda bûbûn, hatin dîtin.
Di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li geliyê Binarê, roja 19ê Çileya 2022an sê kolberên Kurd ên ji Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferf û Barzan Mîhenî wenda bûbûn.
Meytê yek ji wan kolberan roja Înê cenazeyê yek ji wan kesan, piştî 114 rojan hat dîtin.
Piştî dîtina cenazeyê yekemîn, welatiyên navçeyê ji bo dîtina cenazeyên her du kolberên din jî çûbûn ser sînor.
Li gor medyaya Tirkiyê, di encama lêgerîna xelkê de, cenazeyên her du kesên din Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd jî hatin dîtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Rêveberiya Rojava: Kampên penaberan ji kontrola me derketin
19 rbn 2026
Kurdistan
Kolberên di bin berfê de mabûn hatin dîtin: 2 mirî
28 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin