Metiner: Divê DEM, têgeha xwe ya hevrêtiyê ji nû ve bifikire
Endamê AK Partiyê Mehmet Metiner, li hemberî Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, ku diyar kiribû ew "piştgiriya namzedekî nakin ku zimanê wî yê zikmakî kurdî be", bertek nîşan da û peyamek ji DEM Partiyê re şand.
RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş di hevpeyvîna xwe ya ji bo T24ê de got ku eger DEM Partî "namzedekê serokatiyê ku zimanê wî yê zikmakî kurdî be pêşniyar bike, dibe ku ew nikaribin li ser namzedekî hevpar li hev bikin".
Gotinên Baş di nav kurdan de bertekek xurt çêkir. Piştî berteka Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik, bersiveke jî ji Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Metiner hat.
Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê, Metiner wiha anî ziman:
"Çi dijberiyeke eşkere ye ku partiyeke çepgir/sosyalîst a ku dibêje heger DEM namzedek serokomariyê ku zimanê wê yê zikmakî kurdî be -ango, Kurd be- derxe pêş, ew dê pê re hevpeymaniyê çêneke, divê bi saya dengên DEMê, ango, bi dengên kurdan, ketibe parlamenê!
Divê DEM, hem hevkarên xwe yên siyasî û hem jî têgihiştina xwe ya hevkarî û hevrêtiyê ji binî ve ji nû ve binirxîne."
Sakik jî bertek nîşan da
Parlamenterê DEMê yê Agiriyê Sirri Sakik, bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniya jêrîn da:
"Her çiqas divê şiyana axaftina bi kurdî ligel tirkî ji bo berbijêrên serokatiyê pîvanek be jî, gotina 'Ez dê piştgiriya berbijêrekî ku zimanê wî yê zikmakî kurdî ye nekim' tenê îfadeyeke din a zîhniyeta cudakar e ku em bi dehsalan e li dijî wê têdikoşin. Pîvaneke wiha ne ji kesên ku xwe wek çepgir didin nasîn tê payîn, lê belê ji siyaseta neteweperest û nijadperest.
Tişta ku hê zêdetir cihê fikarê ye ew e ku ev gotin ji aliyê serokê partiyeke ku bi rêya hevbendiyekê bi DEM Partiyê re ketiye Parlementoyê, hatine gotin."
