Mesûd Barzanî: “Eger zilm û zordarî berdewam bike, wêranker e”

22 rêbendan 2025 11:46
Mesûd Barzanî: “Eger zilm û zordarî berdewam bike, wêranker e”

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî derbarê proje yasaya ku di rûniştina doh a Parlamentoya Iraqê de hat dengdan de got, "Edalet eger berdewam bike avaker e, zulm eger berdewam bike wêranker e."

Doh Sêşemê 21.01.2025, Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya X (Twittera berê) li ser yasaya vegerandina mal û milkê ku doh li Parlamentoya Iraqê deng vedabû, daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya doh de ev peyv bi kar anî:

"Biryara ku îro Parlamentoya Iraqê stendiye îsbat dike ku edalet eger berdewam bike avaker e, zilm û zordarî eger berdewam bike wêranker e."