Mesrûr Berzanî û Cewad Zarif naveroka civîna xwe eskerê kirin
PeyamaKurd- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bi Wezîrê Derve yê Îranê re behsa rewşa Kurdistan û Iraq û Sûriyê kirine.
Îro Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo konferansa Mûnîhê çûye Almanya, bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf re hevdîtin kiribû.
Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya twîtterê behsa naveroka wê hevdîtinê kiriye û gotiye, wî û şanda Îranî li ser rewşa Sûriye, Iraq û pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirine.
Wezîrê Derve yê Îranê jî li ser naveroka hevdîtina xwe û Mesrûr Barzanî gotiye, hevdîtinek baş bûye û tê de behsa bihêzkirina pêwendiyên Îranê ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine, her wiha li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û rewşa Sûriyê jî axivîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin