Bi besdarbûna Mesrûr Berzanî Konferansa Munihê dest pê kir
PeyamaKurd - Îro 55emîn konferansa Asayîşê ya Munichê bi amadebûna Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Almanaya dest pê kir.
Di destpêka konferansê de Wezîra Berevaniya Alamanya gotareke pêşkêş kir, tê de amaje bi pêwîstiya berdewamiya şerê li dijî DAIŞê kir û tekezî li ser alîkariya kurdan di şerê
DAIŞê de kir, herwiha qerebukirina kurdên êzdî ku, rastî ziyaneke mein ji aliyê DAIŞê bûn.
Di konferansa Munichê 600 kes ji cîhanê beşdar dibin, ji wan 35 serkirdeyên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrê berevaniyêne.
Îro înê 15/2/2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin