Mesrûr Barzanî û Serokê Îstixbarata Iraqê civiyan

16 adar 2025 18:41
Mesrûr Barzanî û Serokê Îstixbarata Iraqê civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Adarê pêşwazî li Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Federalî ya Iraqê Hemîd Şatrî kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiyê hate kirin.

Di civînê de her du aliyan guftûgo li ser pêşhatên dawî yên rewşa giştî û emnî ya Iraq û navçeyê kirin.

Herwiha her du aliyan, tekezî li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji bo parastina ewlehî û aramiyê kirin.