Mesrur Barzanî û sanda Amerîkî civîyan: Kurdistan hevpeymaneke girîng e

24 mijdar 2019 21:05
Mesrur Barzanî û sanda Amerîkî civîyan: Kurdistan hevpeymaneke girîng e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li şandeke Amerîkayê bi serokatiya Şêwirmendê Serkirdeyê Komariyan di Encûmena Senatan de Robert Kerîm û Balyozê Amerîka li Iraqê Matteo Toler kir.

Di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û bi taybet hêza Pêşmerge û hevahengiya wê bi hêzên Iraqî re, bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.

Şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo proseya guftûgoya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de derbirî û tekez kir, Amerîka Herêma Kurdistanê wek hevpeymaneke xwe ya girîng li navçeyê dibîne.