Mesrûr Barzanî û Romanowski civiyan: Divê hikûmeta nû seranserî, hevgirtî û bihêz be

04 mijdar 2024 22:05
Mesrûr Barzanî û Romanowski civiyan: Divê hikûmeta nû seranserî, hevgirtî û bihêz be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 4ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza Amerîka ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Piştî civînê Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku mijara sereke ya hevdîtinê rêkar û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Her du alî li ser girîngiya hevfêmkirina aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn demê de hevnerîn bûn, ji bo ku berdewamiyê bide kar û pirojeyên xwe yên xizmetkarî û xizmeta tevaya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike.

Hate diyarkirin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye zanîn, pêdivî ye pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û hikûmeteke seranserî û bihêz û hevgirtî be.

Di beşeke din a civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn parve kirin. Herwiha li ser parastina ewlehî û aramiya deverê û dûrxistina encamên şer û aloziyan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.