Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavusoglu civiyan

10 hezîran 2019 14:44
Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavusoglu civiyan

PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û namzedê PDKê yê ji bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihişt salona Saed Ebdula, ku biryar e demjimêr 11:00an civîna parlamentoya Kurdistanê ya taybet ve sondxwarina Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sond bixwe û merasim birêve biçe.

Li gor daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de û geşêdanên li herêmê gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî xwest ku dê serokatiya kabineya nû ya Herêma Kurdistanê bike. Çavuşoglu herwiha da zanîn ku ew berfirehkirina hevkariyan û pêşxistina peywendiyên dualî di her warî de pêwîst dibînin.

Herwiha Barzanî jî amaje bi pê girîngîdana berjewendiyên hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de kir.