Mesrûr Barzanî û Balyoza Taylandê tekezî li têkiliyên dualî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Jirapon Jirampaikool, Balyoza Taylandê li Urdun û Iraqê kir. Di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Taylandê de, bi taybetî jî hevkariya di warên bazirganî û mêvanperweriyê de, hatin gotûbêjkirin.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro bi Balyoza Taylandê ya li Urdun û Iraqê Jirapon Jirampaikool re, civiya.
Li gorî daxuyaniya Barzanî ya derbarê hevdîtinê de, aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirin û berfirehkirina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Taylandê de kirin.
Hevdîtin bi taybetî li ser pêşxistina hevkariyê di sektorên bazirganî û mêvanperweriyê de sekinî.
Barzanî û Jirampaikool her wiha derbarê rewşa welatiyên taylandî yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, nêrînên alûgor kirin.
