Balyoza Amerîka spasiya Mesrûr Barzanî kir
04 mijdar 2024 23:02
PeyamaKurd - Balyozê Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski ku îro 4ê Mijdarê serdana Serokwezîr Meserûr Barzanî kiribû, spasiya xwe ji bo hevdîtina ligel wî nîşan da.
Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski, piştî hevdîtina ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê peyamek belav kir.
Romanowski di peyama xwe de got: “Xweşhal bûm ku li gel Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê min hevdîtinek pêk anî û piştevaniya Amerîkayê bo pêkanîna bilez a hikûmeteke giştgir tekez kir, ku pêwîstiyên welatiyên Herêma Kurdistanê peyda dike.”
Romanowski diyar kir: “Me bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re pêşhatên li navçeyê û çaksaziyên Pêşmerge gotûbêj kirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya pistevaniya Balyozê Amerîkayê kir
12 nsn 2021
Jiyan
Balyozê Gistî yê Amerîkayê Green Spasiya Mesrûr Barzanî kir
19 mjd 2025
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin