Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê vedike
PeyamaKurd – Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî tê vekirin.
Li gor zanyariyan, îro Çarşemê 23ê Mijdara 2022an, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê tê vekirin.
Projeya rêya 150 metrî, 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, Ew rêyeke çûna bilez e û tu rawestandin tê de tuneye.
Rêya 150 metrî, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji rêyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê û bi temambûna projeya rêya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin