Mesrûr Barzanî ji bo qonaxa nû ji YEyê alîkarî xwest
PeyamaKurd – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û namzedê Serokwezîrtiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîne ligel şanda Ewropî de, girêdayî pêşketina pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê bal kişand ser destpêkirina qonaxeke nû û hêvî xwest zemînek baş bê avakirin bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên hatine cemidandin û pêwîstiya alîkariya YEyê anî ziman.
Barzanî bi balyozê Yekitiya Ewropayê (YE) li Iraqê Ramon Blecua û berpirsa ofîsa YEyê li Hewlêrê Clarisse Pasztary re, pêşketin û rewşa navçeyê bi giştî û pêwendiyên navbera YE û herêma Kurdistanê guftûgo kir.
Mesrûr Barzanî, girêdayî pêşketinên peyvendiyên navbera Bexda û Hewlêrê bal kişand ser destpêkirina qonaxeke nû ya wan pêwendiyan û hêvî xwest zemînek baş bê ava kirin bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera her du aliyan de û li çarçoveya destûrê de be û di vê pêngavê de jî alîkariya Yekitiya Ewropayê wek pêwîstiyekê anî ziman.
Jean Christophe Belliard amadebûna xwe ya ji bo piştevaniya herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de û bihêzkirina pêwendiyên zêdetir bo pêwîstiyên herêma Kurdistanê yên di warê çaksazîyê de nîşan da û hêviya pêşketina zêdetir bo herêmê xwest.
Herwiha di hevdîtinê de, li ser metirsiya serî rakirina terorê, mekanizmaya tekoşîna li hember wan metirsiyan û guftûgoya aliyên siyasî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin